the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Muzaffer Gürler

Ey Dermanê Dil û Cana

Ey dermanê dil û cana Çavê wî weka hîwa Navê wî Ahmed Mûstafa Ey dermanê dil û cana Hesreta te min şewitand Ketim nava çol û çîyan Canê min ji te ra qûrban Ey dermanê dil û cana (Dîsgotin) Ketim çolê ji eşqa te Çavê min maye li rêya te Alem çêbû ji nûra te Ey dermanê dil û cana (Dîsgotin) Kamil bûtiyi kemale tê Bêna nûrê ji kalbê te tê Şefaat bû xatrê xwudê Ey dermanê dil û cana (Dîsgotin) Ketim çolê ketim çolê Ji eşqa Resûlê xwudê Medet bike tu ji me re Ey dermanê dil û cana (Dîsgotin) Brîndar im brîndar im Ji derdê te brîndar im Şev û roj ez ahûzar im Ey dermanê dil û cana (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024