the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nadirê Eslan

Evdilmecît

Ê de hêêêê, de bavo Qendîla şewitî dinêrim çem e ha bi çem e Ezê Kazma kavil dinêrim çem e ha bi çem e Eskerê Hemîdiyê heft alayê ye Kurê Mûsa Begê Xwêtî pêşiyê têye, li min li min Evdil Mecîd li kura Salimdaxê sê denga kire gazî Go lawo dewletî here ser dewletê Were karê te hêsîrê Êzdîxanê tune ne Hê de divê tu xorziyê êzîdiya yî, xîreta êzîdiya dikişînî Ez ê lêxim heta pêşiya hêsîrê Êzdîxanê derkeve welatî Ecem e, li min Ax helan, lo bavo helan e, xweş helan e Qerçîna gulan e, girmînê topan e, fena çem biçe xwîna mêran e Cinyazê sekinîne li ser cinyazan e Salixê Didin divên dîsa sebebê vî şerî kafirê di Gêncan e, li min Ê de hêêêê, de bavo Qendîla şewitî dinêrim giyayê zer e Ez ê qendîla wêran dinêhêrim giyayê wê zer e Eskerê Hemîdiyê heft alayê ye Kurê Mûsa Begê Xwetî xo xo pêşiyê seresker e Evdil Mecîd li kura Salimdaxê sê denga kire gazî Go lawo dewletî here ser dewletê Were karê te hêsîrê Êzdîxanê tune ne Hê de divê tu xorziyê êzîdiya yî, xîreta êzîdiya dikişînî Ez ê lêxim vê sibê tu eskerê xwe wa werine ser e, li min Ax helan, bavo helan e, xweş helan e Qerçîna gulan e, girmînê topan e, fena çem biçe xwîna mêran e Cinyaze sekinîne li ser cinyazan e Eva şerê tîva hezar û nehsed û çardan e Salixê Didin divên dîsa sebebê vî şerî kafirê di Gêncan e, li min Ê de hêêêê, axawo wezê Tendureka kavil dinihêrim, giya şîn e Ez ê Tendureka wêran dinihêrim, giya şîn e De vê sibê şeveqê peyakê hewarîkê jêr va tîne Divê rabin bikin bilezînin Kurê Mûsa Begê Xwetî heft alayê esker hildaye De sond xwariye îşev êvar da wê koka heşt gundê êzîdiya rûbarê dinê biqelîne, li min De helan, lo bavo helan e, xweş helan e Qerçîna gulan e, girmînê topan e, fena çem biçe xwîna mêran e Cinyaze sekinîne li ser cinyazan e Eva şerê tîva hezar û nehsed û çarda ne Salixê didin divên sebebê vî şerî dîsa kafirê di Gencan e, li min

Bêjebêje © 2015-2024