the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nadirê Eslan

Herê Lê

Ê lê wayê, lê wayê, wayê, wayê, wayê Lo nemiro, nemiro, Xwedê da û Xwedê biro Diayê evda dayo, nifirê evda biro Ax nemirê axê bûka siyara Siyarê porsor heta sibê Sê cara destê tevga mertalê ra dibira Ax şûrê şîn dikişiyan, dozde hezar nefse Qerebaxima bavê Eyo ra dikira Ax Delan lê daye Delan e, bavo Delan e xweş Delan e Li pêşiya me şere, li pêş me ferman e, eskerê nefîamê giran e De êvara Xwedê da wergeriya ser milê me her sê bira ne Lê lê dayê Delan e Qerebaxima Bavê Eyo dinêrim di cebrê da Ez ê kavila kavil dinêrim di cebrê da De bira Xwedê xira bike mala yuzbaşî, bînbaşî romê Êvara Xwedê da topa xwe li ser topê lêdan Ax de pişta Îskanî Zora, Silêmanê birakê Miçokê Mala Şêxa Kolosê wanqasî şikênandiye di qesrê da Lê lê wayê, lê wayê, wayê, wayê, wayê Ê lê dayê dêranê, divê were wem ê bêjin felek sed car li min felek Divê dengê top û cebilxana li ser Qerebaxima Bavê Eyo da cebilxane xelek A Xêlxayê kire gazî, go Hubrayê xwîşkê por û guliyê min û te yê kurkirî bin Cinyazê Îskanê Zora, Silêmanê birakê Miçokê Mala Şêxa Kolosê wanqasî dane ser darê darima Ax birine Kekana şewitî malê xalê birca belek Lê lê wayê, lê wayê, wayê, wayê, wayê, wayê, wayê Lê lê dayê dêranê, ez ê Qerebaxima Bavê Eyo dinêrim, li vî yanî Divê wezê wêranê dinêrim li vî yanî De divê êvara Xwedê da nefîama şewitî Li ser qesra spî de girtiye Lo gidîno koka mêrxasa li me anîn Ax Delan e, dayê Delan e, bavo Delan e, xweş Delan e Li pêşiya me şer e li pey me ferman e Eskerê nefîamê giran e Êvara ser êvar da, ser Qerebaxima Bavê Eyo da wergeriya ser milê me pênc bira ne

Bêjebêje © 2015-2024