Nadirê Eslan
Lê Lê Wayê
Herê lê, îşev şev e nîveka di şevê ye
Dizekê hatiye mala bavê min dêranê dizî şevê
Evî malxirabî biriye xurca mi dêranê
Qedere malê lawikê mi jî tev e
Ez ê vê sibê rabim zêrekî Mehmûdî eniya xwe biqetînim
Ez ê peyakî kirê bikim
Ez ê pisûlekê binivîsim bişînime cem xanê Qeleniyê
Ez ê bejim hal û hewalê min û gede siltan û tolazê te jî ev e
Herê lê lê ax, herê lê lê
Ê lê lê dînê minê çi gotibû qe teyê nana nekir
Kurmalê minê çi gotibû qe teyê nana nekir
Teyê zendeke kar û barê morî mircan
De vê sibê li gaz û bêlanê bilind ba kir
Hê de divê teyê zendeke kar û barê morî mircan
Li gaz û bêlanê bilind ba kir
Ez ê biçûk bûm, cahil bûm çaxê te ra
Teyê agirek berdaye mala bavê xwe bi tenê
Teyê merezek di canê min peyda kir
Herê lê lê ax, herê lê lê
Ê lê lê dînê, Erezê şewitî vê sibê têye fûrefûr e
Erezê kavil têye fûrefûr e
Xwedê ava kirî qeraxî tenik e, orte kûr e
Hê de divê bira Xwedê xira bike mala welatê Alî Osmaniyê, dewleta romê
Divê ciyê xercan û xeracan e
Ebûra min û keleş kawa min tê da nabe
Ê de divê ez ê dikim vê sibê destê keleşkawa xwe bigirim
Berê xwe bidime welatê ûris
Xwedê ava kirî ew jî ji me dûr e
Herê lê lê, ax herê lê lê