the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nadirê Eslan

Lê Weylê

Lê lê wey lê, lê lê dînê, dilê minê hafê Kurdaliyê deştê Kurmalê, dilê minê hafê Kurdalîyê deştê De vê sibê di zozanê here jorîn, Çiyayê Elegeza şewitî Divê dengê pîjikekî tê xelqa têlî delal li ser temrê çiqa li min xweş tê De va serê çend heftiyan e, çevê min çevê xelqa têlî delal neketiye Divê wezê axînê dikişînim Divê dewsa axînê xwîna reş tê gidî Ax gidî lo lo, divê gidî lo lo lo helebiyo Siyarî siyarê bozeke lo celebiyo Sivê heta êvarê derê mala bavê mi evdala Xwedê ra dajoyî Diçî û têyî lo çerxekçiyayo Malxirabo, kêf û henek laqirdiyê dinyalika gewr danayê te ez kuştiya Ca qasekî derê mala bavê mi evdalê peya be Binê halê mi dêranê lo çi û çiyo Bê le wey lê, wey lê, wey lê, lê lê dînê, dilê minê hafê Kurdaliya çiyê De vê sibê bire konê me eşîrê wê danîne zozanê here jorîn Lo gidîno, çira rexê belekiyê De bira dûrî gunda be sebeb xêrê wey qe nevînin De divê nehiştin mirazê min û xelqa têlî delal çend saleka bive bi halê koçe- riyê De lê gidî lê lê, gidî lê lê Rast e soz û qerarê min û teyê lê tev hev hebû De bira Xwedê mala dewleta Alî Osmaniyê ne xana Xwedê ke Sed û yek sal tê da ceza û gune lo eşkere bû Sed û yek sal ceza û gune da min heta welatê xerîba vegeriyame Gidî wextê mi bihuriye emrê lê teze nebû

Bêjebêje © 2015-2024