the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nadirê Eslan

Lo Lo

Delalo lo lo lo peya, lo qurban, mi go rê da ha bi rê da Mêvano qurban, mi go rê da ha bi rê da, lo lo lo De divê lingê teyê li mestê da Mesta teyê li gîzmê da Gîzma teyê li zengê da Zenga teyê li guzmixê rexê hêşînbozê da Şînbozê bihustekê bin te da di xêliyê da Mêvano lo lo, ax kurxalo lo lo lo lo Bê delal lo lo, peya lo qurban Divê malê me danîne zozanê here jorîn, darê durî Şêniyê me danîne zozanê bilind, darê durî De divê bîra te tê, tê şînbozê siyar bûyî Mêvanê mala bavê mi bûyî Li hêşa konê reş î erebî Bîst û çar qusêsiya pezê nêr dibirî, lo lo lo De divê bi huba dila, kenê ber lêva va, li ber çît û perdê kona ra Kurmalo min û te kêr û gustîlê xwe pev guhêrîn Mêvano lo lo, ax kurxalo lo lo lo lo Bê delal lo lo, peya lo qurban Divê mala me danîne zozanê here jorîn, dev gêdûkê Şêniyê me danîne li zozanê bilind, dev gêdûkê De wê li me barîbû tavîke berfê, yeke pûkê De divê bîra te tê wez û tuyê bi hizkirin Tevî qîz û bûkê me derketine bindarûkê Mêvano lo lo, ax kurxalo lo lo lo lo Bê de lo, lo lo peya lo qurban Malê me danîne zozanê bilind, ha ha li vî çiyayî Şêniyê me danîne zozanê bilind, ha ha li vî çiyayî De divê hergî dengê mi te tesele nabe mertalê biguhêze aliyê surê De divê rê li pêşiya te bûne du rê, rênga rastê diçe Mûsilê Rênga çepê rast diçe ber derê konê mala bavê mi porkurê Mêvano lo lo, ax kurxalo lo lo lo lo

Bêjebêje © 2015-2024