the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nadirê Eslan

We Lê Lê

E lê wey lê lê lê dînê, dilê mi Dêrsim e xweş Dêrsim e Kulmalê dilê mi Dêrsim e xweş Dêrsim e De avê belekiya, li çiyayê here jorîn dihelin, tên tevî avê çema û kaniya dibin Lê kulmalê hewar û qîrîn e gimegim e De keleşkawa minê li ser kaniyê rûniştî bû Sazekî li destan e, têlekî zêr e yekî zîv e Ku li halê dilê min û xwe ra lêdixe, dike gimegim û zimezim e De divê lawiko qurban, tê diçî bajarê Diyarbekirê bajarekî pir giran e De bira temînga mi li te be, tu mi ra bazar bikî fînongê Tunis, qotika Şamê Li dorê şereke reşerîşî dirêj e dorbigurm e Wey lo, wey lo lo wey lo, wey lê lê wey lê, wey lê lê wey lê, wey lê, wey lê Ê lê weylê, de wey lê, lê wey lê, wey lê lê wey lê Lê lê gidiyê, ezê nizanim bejna teyê gul e yan sorgul e Kurmalê, ezê nizanim bejna teyê gul e yan sorgul e, lê lê lê De divê zimanê devê te da nizanim şalûl e yan bilbil e De bira dê û bavê te xêrê wayê qe nevînin Çev berdane mal û halê dinyalika gewrik Qelenê kurmanciyê yî giran destê te ji destê mi derxistin De wê tu dane kotî şindokî mêra Sivê heta êvarê sikûra teyê li hevala xwar e Çevê te hêsir e, dilê teyî kul e Wey lê, wey lê lê lê wey lê, wey lê lê wey lê, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil wey dil, wey dil, wey dil De divê sondekê minê xwariye Ezê tu car tu cara naçime baxê bêgul De divê di baxê bêgul da kundê korê rûniştiye dixwîne dewsa şalûl û bilbil Wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil De bira Xwedê xira bike mirazê bêdil Mirazê bêdil, mînanî gakî, gidîno reş î qol î bê cil Mînanî meşkekê du pîr bavêne orta xwe binê berkela bêkêl Ê na wele mînanî baxê bêgul We ydil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil

Bêjebêje © 2015-2024