a photo of Narîn Feqe

Narîn Feqe

Xem û Dem

Ger peyv ên te nebin baran Bi hêsr ên min re dakevin Û tilî yên te nebine stêr di porê min de rakevin Ger peyvê te ger dilê te Ger baran û gulê te Ji min dûr kevin Ger heşe min û meşe min Ger hest ên min û destên min Ji min dûr kevin Bibûr e dem ,nema min xem Ez bûme xem ,xema bê dem Ger vîna te ger davên te Ger civana çav ên te Min bêşînin Ger sazê min û razê min Ger dengê min û rengê min biweşînin Bibûre dem ,nema min xem Ez bûme xem xema bê dem

Bêjebêje © 2015-2024