a photo of Nasir Rezazî

Nasir Rezazî

Bargey Xem

Bargey xemim hellgirt, we hatmewe bo şarekem Hatim berew diyarî şengî kes û karekem Bo baweşî be suzî dayke dill sutawekem Taku bizanê çende besoye azarekem Hatim weku şemallê gull û gella bidiwênim Payîzî xerîbî dill be carê hellwerênim Ke min nimey baran bim êweş awêney bax bin Her çende lêtan dûr bim henûsk û ahînax min Bargey xemim hellgirt û hatmewe bo şarekem Hatim berew diyarî şengî kes û karekem Bo baweşî be sozî dayke dill sutawekem Taku bizanê çende besoye azarekem Dillim pirse xaneye serm befrî zistane Firmêskî xem le çawme ballatrîn mîwane Wek ballindey lanewe tere û bê nawnîşanim Çen şîrîne ke êjim min xelkî kurdistanim Bargey xemim hellgirt û hatmewe bo şarekem Hatim berew diyarî şengî kes û karekem Bo baweşî be suzî dayke dill sutawekem Taku bizanê çende besoye azarekem

Bêjebêje © 2015-2024