Nasir Rezazî
Dellêm Birrom Le Şareket
Gull im, dill im pirre le derd û kull
Dellêm birrom le şareket
Le şarî çaw le ber
Çray nîwon şeraweket
Dellêm be camê awî kaniyawî dêyekem
Îlacî kem kullî dillî pirr im
Le derdî întîzarekt
Ax dellêm birrom le şareket
Werrez bû giyanî min le şar û harre harrî ew
Le rojî çilkin û nexoş û taw û yawî şew
Birrome dê ke mange şew bizête naw bizem
Çilon bijîm le şareket ke pirr be dill dijî gzem
Gull im, dill im pirre le derd û kull
Le şareket ke remzî asin û minareye
Melî ewîn xewareye
Ewey ke dare têle mezherî qenareye
Jiyan şewareye
Gull im herêmî zong û zel
Çilon ebête carre gull