Nasir Rezazî
Girtimit Bestimit
Boç demkûjî be çawan naskê nazdarê bawan
Le ser çîm lê torawî be bê sûç û bê tawan
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Hey be tîley çawekanit le jêr xak çeqandimit
Sebir û qerart birdim kem şertît legell kirdim
Îtir wazim lê bêne debro besyetî mirdim
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Hey be tîley çawekanit le jêr xak çeqandimit
Xemgîn û dill peşêwim birrwane barî lêwim
Eto mecbûrit kirdim wey qurr be ser bipêwim
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Hey be tîley çawekanit le jêr xak çeqandimit
Nexoş û derdedarim derdekem bê dewaye
Leber giriyan û zarî şew û rojim xew naye