a photo of Nasir Rezazî

Nasir Rezazî

Min Dellêm

Min dellêm şari dill im bax û gullistan e deç im ’Eqil dellê naqesebey şorrişî mestan e neçî Min dellêm nûxtey ew rewzey îman e deç im Ew dellê narreşe cê rawgey şeytan e neçî Min dellêm mesken û aramgey canan e deç im Ew dellê ser be serî têk çû wêran e neçî Min dellêm cêgey her şêt û cinunan e deç im Ew dellê kun kun e cêgey sere peykan e neçî Min dellêm merkezî esrarî herîfan e deç im Ew dellê cê temehî çawî hesudan e neçî Min dellêm wextî xeter memen û qellxan e deç im Ew dellê na zedey pencey periyan e neçî Lew hemû çûn û neçûn e serî surr ma kamîl Min dellêm ciwane deç im ew dellê wa ciwan e naçî

Bêjebêje © 2015-2024