a photo of Nasir Rezazî

Nasir Rezazî

Were Yarim

Were yarim, were ey taze yarim Were estêrekey şewgarî tarim Were ey şaperrî ballî xeyallim Were ey şew çiray rûnakî mallim Were ey Xec, were ey xatû Zînim Were ba bejn û ballaket bibînim Were ba damrê awat û tasem Were ba biskeket lada henasem Were ey newnemamî baxî jînim Were ba bejn û ballaket bibînim Were sûr be leser wade û bellênî Were kurd be û meke peyman şkênî Were maçim deye maçî xudayî Ke bêzarim le maçî sînemayî Şî'ir: Hêmin Mukriyanî

Bêjebêje © 2015-2024