Navîd Zardî
Becêm Nehêllî
Asmanî dillim gîrawe
Dunyat be serim da ruxawe
Çi agirêke le naw derûnme
Ke wa naxî min sûtawe?
Dekrê neroy? bimênêwe!
Axir şê’rim bixwênêwe
Dekrê neroy? becêm nehêllî!
Rûnakayîm lê wernegiryewe!
Ey ew kesey heta ebed
Le dil feramoş nakrêy
To momêkî le naw jînim
Ke hergîz xamoş nakrêy
Ey ew kesey rûhim dayim
Berew xeyalit bal degrê
Dekrê neroy? becêm nehêllî!
Ba şê’rî min tenya nemrê
Ewşo leser lewhey dillim
Nexşey çawî to dekêşim
Heta bibête merhemêk
Bo gişt zam û derd û êşim
Ey ew nîgay estêreyît
Ke radexşê le jînî min
Mero azîzim, cêm mehêlle
Legelma be ewînî min