the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Navîd Zardî

Oy Yarê

Oy yarê, oy hevalê Stêrka şevên tarî Hêviya dilên sarî Nabînîm, tu ji min dûrî Ji bo hêviyên azadiyê Şin bûye li ser zagrosê Derket jor nayê xwarê Oy yarê, oy hevalê Ciwanî e’mrêm kanê Hêviyên dilim kanê Xeîdîn çû, ma naynê Azadiya vê jînê Ji min hate dizînê Zaroktîya min kanê Oy yarê, oy hevalê Hêsir ji çavên min dotin Dil û cigera min sotin Xewn û xeyalên min firotin Me disa serî hilda Li nav xwîna xwe jîn da Tovên jiyanê evîn da

Bêjebêje © 2015-2024