the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Navîd Zardî

Yarî

Bo hênde yarîm pê ekey Xo min bûke şuşeket nîm Gemeyekit tewaw debêt Gemey nwêtir dest pê ekeyt Şwênit kewtum û nazanim Bo kwêm ebat em ewîne Sallanêke hemû ’umirm Raçnîn û xewbînîne Xo min le bûke şûşeket Ziyatir hezim le baweşte Min le dozexî zemanem û Keçî ewîş le beheşte Min dilniyam heta êsta Firmêskêkit lê nedîwe Keçî nazî ekêşît û Sedan car çawit sirrîwe Axêr eger xoşim newêy Pirr be gerdûn bîrit nekem Minî behest bo îrey Bo bûkêkî bê giyan ebim

Bêjebêje © 2015-2024