a photo of Necmedîn Xulamî

Necmedîn Xulamî

Agire sûre

Min pişkoyek lew agirem Ke asinîş detawênê Min dilopêk lew baranem Ke deryayêk be dî dênê Min şemalim, ew şemaley Pirr le şiney be soz û taw Demew behar befrî Dagîrkerî wilat ekem be aw Min jîlemom, ew jîlemoy Diway hezaran aw lê pijan Dîsanewe gird dehawêm Deylêmewe goranî jiyan Katê saway bawk kujraw Firmêsik erjênê be tase Min be soztir lew esrînem Be qîntirim lew henase Min bawerim, bûmelerzem Dilî zewî delerzênim Kêw û telan le bin dênim Hemû cîhan dehejênim Min rûnakî asoy jînim Wek taw heldêm bo jêrdestan Min şorrişim, agire sûrem Agire sûrekey Kurdistan

Bêjebêje © 2015-2024