Necmedîn Xulamî
Agre Sûre
Min pişkoyek lew agrem ke asnîş detawênê
Min dllopêk lew baranem ke deryayek be dî dênê
Min şemallm ew şemalle pirr le şney be soz û taw
Demew behar befrî dagîrkerî wllat ekem be aw
Min jîlemom ew jîlemoy dway hezaran aw lê pjan
Dîsanewe girr dehawêm deyllêmewe goranî jyan
Katê saway bawk kujraw firmêsk errjênê betase
Min be soztir lew esrînem be qîntrim lew henase
Min bawerrm, bumelerzem, dllî zewî delerzênim
Kêw û telan le bin dênim, hemû cîhan dehejênim
Min rûnakî asoy jînim wek taw helldêm bo jêrdestan
Min şorrşim, agre sûrem,agre sûrekey kurdistan