a photo of Necmedîn Xulamî

Necmedîn Xulamî

Ba hemû cutyar û pale û rencberan

Ba hemû cutyar û pale û rencberan Yekgirin ta debine hêz û piştiwan Helgirin yek ser diruşmî hawbeşî Bê ciyawazî le ser remz û nîşan Helgirin paç û çek û bêll û qelem Her le roşinbîr heta şiwan û sepan Kakî kolak des lê gerden helbesê Ta billên ha, yekêtî destî şikan Erz û aw bo çînî cutyarî hejar Berhemî noş ka wekû noşî giyan Êwe şorrişgêr bin pêşrewtan heye Yekêtî çen koşkî şahaney riman Komelî sosyalîzm bunyad binên Ta wekû bibine nimûne bo cîhan Qed le barût û gule û şestîr û xwên Sill neken, ta eçine hewargey gelan Êwe binçîne û binaxey komelin Nezrî şanî êwe ye erkî jiyan Têxroşîn, têbikoşîn, kol neden Ta be zor bîhênine des mafî rewan Nûkî paç û birî wird û hêzî leş Bibine burkanêk le giyanî dujminan

Bêjebêje © 2015-2024