a photo of Necmedîn Xulamî

Necmedîn Xulamî

Bê To

Nemirdim min eger emcare bê to Neçim, şert bê, heta em xware bê to Derûnim xallîye, wek 'ney' denallê Hewarêkî çi pirr haware bê to Qesem bew şerbetî dîdarî paket Şerabim 'înî jehrî mare bê to Le kin to xar û xes gullzare bê min Le kin min xermanî gull xare bê to Bînayîm kwêre, hellnayê be rûy kes Mujem yek yek dellêy bizmare bê to Le kin min ba wicûdî nas û ecnas Kesî tê da nîye em şare bê to Hemû rojê le taw hîcranî emsall Temenay mirdinî pêrare bê to Heta tom aşna bûy, aşnam bûn Emêsta mû be mû exyare bê to Helbest: Nalî

Bêjebêje © 2015-2024