Necmedîn Xulamî
Ey şehîdan
Ey şehîdan, ey şehîdan
Namirê naw û nîşantan
Êwe bûne rehberî(rêberî) ême
Bûne pişt û sengerî ême
Tacî berzîtan leser na
Dujminî geltan we der na
Ta şehîd xwênî nerêjê
Ta kû gel tallî neçêjê
Darî azadî şîn nabê
Baxî jînman rengî nabê
Ey şehîdan, ey şehîdan
Namirê naw û nîşantan