a photo of Necmedîn Xulamî

Necmedîn Xulamî

Gelaley xwên

Ewe dîsan heray ceng e û Kurdistanim pirr le xwên e Dîsan xwên e û diley siroşt Diley maxit û pirr le sîn e Emanxa dir çawim nezrî Nîştiman bê û gulêk nemrê Serm nezrî azadî bê û Dilêk, lawêk da neçlekêt Desa ku gel aşiqe gelî kej û Zinnêr wiretan bê Êwe şaxî Bere û Hewrêz Şiwarî berzî wiretan bê Bad û baran, gellalley xwên Herdî jiyan egrête koll Gerdelulê le zulim û zor Dîsan çawman degrête koll Ba dubare xiştî sehra, Masiyedêman enfal neka Leber dêya luley tifeng Diwayîn guley betal neka Rêge neden herêm gul Be herêmî xwênaw berin Qaspe û dengî rojnamekan Be talanî sutaw berin Rêge neden erxwanî Xewnî şahî terze bîba Asodegî însanekan Carêkîtir guman bîba Destim dawên wexo kewin Ba hîç marê netan gezê Her hemûman legeltanîn Wiretan hîç kat danebezê

Bêjebêje © 2015-2024