the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nevîd Zardî

Azîzekem

Nazdarekem, dwêşew xewtim, hatîte xeyallî baweşim Hatît û cîhan yekser rûn bû, buwe dû çawanî geşim Hatît û henaseket hêna, têkell buwe henasekem Detgut hemûy wadî hatuwe û herçî awat û tasekem Destit girtim, destim girtît, dunya bû be mîwanî min Ew katey to be rohî xot yekser hatît bo jiwanî min Sîngit kirde ser lêwî min, serim dana leser baskit Aram, aram gwêm radegirt le zemzemey wişey nasikit Maçit kirdim, nemdezanî ke em gulle nazim dekat Fêrî nexmey ewîndarî û bestey soz û sazim dekat Xoşewîstim, dwênê şewê hatîte xeyall û xew min Rûnakit kird tarîkayî asmanî nîweşewî min Ta berbeyan legell to bûm, newîd bexşî jiyanim buwît Eger bitzanîba azîz hemîşe roh û giyanim bûyt Êsta hellsawim lew xewne bellam herwa leber çawmît To xewnît, to rastît, aramî nax û henawmît

Bêjebêje © 2015-2024