the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nevîd Zardî

Bawer Meke

bawer meke pêkenînim to naybînî qûllayî birînim bê deng û pirr le qsem her şikane beşî dillî min bawer meke bizey ser lêwim her rûxam û gûtim wek çêwim be tenê wek hewr barîm resmit lebîr kirdine, nemênê nêwim min le taw to, rojîş be şew debînim min gellay payîz, bibîne hellwerînim her demêk mirdin û tewaw bûnim min şewane nîgat be xewn debînim bawer meke eger dellêm xoşim nawêy delîlî henasekanim bo tarîkîm, wekû tawî be xemit demirim, be dengit zîndû debimewe lemêje tewawî rûh û giyanim dewêy kesêk ke dunyay de çawî to da dedît taqetî bê to bûnî de xoy da nedît herçend be cêyhêştî royşit welî qet qet bê to bûnî nedehewîst na neydehewîst lêm gerrê ba birrêjrê firmêsk nemanî dill, janî bin êsk çawî min be barîn fêre to bibîne îşqêk lebin pêt min le taw to, rojîş be şew debînim min gellay payîz, bibîne hellwerînim her demêk mirdin û tewaw bûnim min şewane nîgat be xewn debînim

Bêjebêje © 2015-2024