the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nevîd Zardî

Becêm Mehêlle

asmanî dillim gîrawe dunyat be serim da ruxawe çi agirêke le naw derûnme, ke wa naxî min sûtawe? dekrê neroy? bimênêwe! axir şê'rim bixwênêwe dekrê neroy? becêm nehêllî! rûnakayîm lê wernegiryewe! ey ew kesey heta ebed le dil feramoş nakrêy to momêkî le naw jînim, ke hergîz xamoş nakrêy ey ew kesey rûhim dayim berew xeyalit bal degrê dekrê neroy? becêm nehêllî! ba şê'rî min tenya nemrê ewşo leser lewhey dillim nexşey çawî to dekêşim heta bibête merhemêk bo gişt zam û derd û êşim ey ew nîgay estêreyît ke radexşê le jînî min mero azîzim, cêm mehêlle, legelma be ewînî min

Bêjebêje © 2015-2024