the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nevîd Zardî

Sazî Nasaz

Bulbulî bal şikawî wextî gullim Her şepolan deda dillî le kullim Kurdî bendî beyanî Newrozim Girrî girtuwe derûnî pirr sozim Muxî bê agirî şewî yeldam Çawerrêy çarenûsî napeydam Kewî bê dengî new beharim Gullî bê rengî çaw le baranim Kuncî cê jiwanî çol û xamoşim Sêberî nazenînî reşpoşim Destî berbûy kiçî gerrî şayîm Hestî xinkawî lawî sewdayîm Defterî şî'rî şa'îrî rûtim Şemî ser gorr û darî tabûtim Çon detwanim be to billêm min çîm? Xom gumanim heye ke hem ya nîm Kêlî gorrî şehîdî gumnawim Take darî kirrûzî bê awim Kunî gîrawî kone şimşallim Xewnî aloz û xatîrey tallim Jîlemoy agirî beyananim Bawkî firmêsk û kurrî janim Ballî sûtawekanî perwanem Şûşe badey betallî meyxanem Çille rêhanî dûre dêrawim Sazî nasazî hellpesêrawim Tike awingî ser gellay zerdim Xeste û derdedarî çî derdim Defterî şî'rî şa'îrî rûtim Şemî ser gorr û darî tabûtim Çon detwanim be to billêm min çîm? Xom gumanim heye ke hem ya nîm

Bêjebêje © 2015-2024