Nevîyê Îsmaîl
Yar Eman
Mi lê yar yeman, yar yeman, yar yeman, yar yeman, yar yeman, yar yeman
yar yeman Nenê
Çi xala lê lê lê lê lê lê lê lê lê gerdenê
Wez ê ramûsim bûna nefsa canê xwe evdalê Xwedê tenê li minê
Bê lê gundê Emer axa lo lo lo lo lo lo lo li gundê perayê
De ca heçê merî hatîçûyî canê lê lê lê lê lê lê mi jê pirsî
Bira Xwedê bikuje kurê Hesoyê rû bi xurî
Çawa xelqê ketiye derdê malê halê dinyalikê
Ew jî ketiye derdê gewra min
Gewrê lê lê lê lê lê gewrê
Bê yar yeman, yar yeman, yar yeman, yar yeman, yar yeman Nenê
Çi xala lê lê lê lê lê lê lê lê lê gerdenê
Wez ê ramûsim bûna nefsa canê xwe evdalê Xwedê tenê li minê
De tu were lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê, gewra min were
Serê gewra min lê lê lê lê lê xêliya zer e
Pişta gewra min lê lê lê lê lê, xaskember e
Gewrê canê derê malê herî ye de tu sola bêxe lê lê lê bi mesa were lê