the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Neviyö İsmail

Delal

Bê delal delal ha ha ha lo delal delal Were delal delal lo delal delal Delal qurban mi go, qey bextê me bû ho hoy lo ji gelî kişiya Çevêm çevê gede lawikê mi ket û welatê xerîbayê lo dilê mi êşiya Delal qurban, mi gelî kûr e lo bê av nabe Were darê merxê kevnar nabe Qîzê vê hewnê mala bava Tu car tu car lo bê yar nabe Delal qurban, ne mi go serê te bixwe lo cêrê avê Bira te cêr hilneda neçûyayî avê Keleş lawikê te welatî xerîbî xerîbistan Gelo ji kerba lo neda navê Delal qurban mi go ceniya gede lawikê lo mi filitî De ceniya delalê dilê mi filitî Gundî cînar lê xebitî Min ê bida deling dawê xwe teşîkulê, ez ê biçûma pêşiyê Xelqê bigota gelo dilê yarê lo dil şewitî Delal qurban, ne mi go çi kanînga lê baxçê me da Ne mi go çi kanînga lê baxçê me da Axa awa lê sekinî, xulam xwest me kara veda Hekî tirsa mi tunebûya, koma bav û bira Min ê kurikê gede lawikê xwe bida ser çokê Jê ra reng bi reng lo girêbida

Bêjebêje © 2015-2024