the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nilüfer Akbal

Lê Dotmam

Xeber hate min li ser eşqa dil Eywax gul bû evîndara bilbil Bilbil xema qet nakişîne ji gul Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam dayika me tev niştiman e Diqêrî, digazî li ber destan e Wê çawa bê sebra me Kurdan e Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam tu pir şêrîn î li ba şivan Lê niştiman nadim bi hezar yaran Bo azadî dil û canê’m qurban Bo aşitî dil û canê’m qurban Lê dotmam lê dotmam wey em rûreş in Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê

Bêjebêje © 2015-2024