the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nilüfer Akbal

Malan Barkir

Malan barkir lê lê çûne waran lê Dînê lê dînê lê dînara min Goştê me xwar lê lê mişk û maran lê Keçê lê rindê lê bermaliya min Ez sewî me lo lo ber desta me lo Delalo delalo delalê min Brîndar im lo lo bê xwedî me lo Hevalo hevalo hevalê min Malan bar kir lê lê koç bi rê ket lê Dînê lê dînê lê dînara min Dilêm êşiya lê lê agir pê ket lê Keçê lê rindê lê bermaliya min Jana te ya dil jana min e lo Delalo delalo delalê min Ger min nedin ne gunehê min e lo Hevalo hevalo hevalê min

Bêjebêje © 2015-2024