Nilüfer Akbal
Mîro
By: Ciwan 146.3k BB · Top Contributor
Hespê mîrê min qir û hêşîn
Hespê mîrê min qir û hêşîn
Bi tere dilîze li ser lingê paşîn
Bi tere dilîze li ser lingê paşîn
Birînên mîrê min, pir giran in
Birînên mîrê min, pir giran in
De dilê min jî, jê re diêşe
De dilê min jî, jê re diêşe
De mîro mîro, mîrê mîran
De mîro mîro, mîrê mîran
Karê te çi li sêwazê, li nav mihaciran
Karê te çi li sêwazê, li nav mihaciran
De rabe rabe, mîro rabe
De rabe rabe, mîro rabe
Xewa sibê pir xirab e
Xewa sibê pir giran e
Hespe mîrê min qir û boz e
Hespe mîrê min qir û boz e
De rê ra mere, rê bi toz e
De rê ra mere, rê bi toz e
Dilê xwenga wî, ji wî sû ye
Dilê xwenga wî, ji wî sû ye
De lomane jî, bi lêv û poz e
De lomane jî, bi lêv û poz e
De mîro mîro, mîrê mîran
De mîro mîro, mîrê mîran
Karê te çi li sêwazê, li nav mihaciran
Karê te çi li sêwazê, li nav mihaciran
De rabe rabe, mîro rabe
De rabe rabe, mîro rabe
Xewa sibê pir xirab e
Xewa sibê pir giran e