the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nilüfer Akbal

Were Sînê

Were sînê, lê Ez heyrana çavê te me Hey lê sînê Were sînê lê Ez birîndarê bejna te me Heyra min e Tu kubar î, lê Mina kevotka çîl û qerqaş Rûbarê heyvê Tu bedew î lê Mîna kulîlka nav mêrg û çîmenê eşîretê Dihebînim mîna ziyaretê navê sînê Sînemê, bedawa nav eşîrê sînemê Birîndar im ez Mîna teyrê nav esman e Kurdistan e Were sînê lê Birîndarê xwe bibîne Heyra min e Tu bizanibe ez Tu car bir nakim navê sînê Rûbarê dinê Birîndar im ez were sînê, were sînê, were sînê Dihebînim mîna ziyaretê navê sînê Sînemê bedawa nav eşîrê sînemê…

Bêjebêje © 2015-2024