a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Azadîxwaz in

Tîp û lekên kurd ketin zinaran Li hawîr bumba bû gullebaran Êrîşdibin ser komên neyaran De rabe ser xwe, kurê min rabe! Şev ta sipîdê me nîne qet xew Cîhan li ber me dibîte rew - rew Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew? De rabe ser xwe, kurê min rabe! Bavê te çû şer, şêr e li meydan Êrîş dibin ser Îran û Tûran Destên xwe dan hev kurmanc û dostan De rabe ser xwe, kurê min rabe! Kengî mezin bû, divêm bixwênî Rewşa cîhanê tu xweş bibênî Ji nû tu karî dijmin derênî De rabe ser xwe, kurê min rabe! Keç û kurên kurd hemî şîyar bin Ji bo serbestî hemî li kar bin Ji hev re dost bin, dijê neyar bin De rabe ser xwe, kurê min rabe! Dijware dijmin, Tûran û Firs e Gernas û mêr be, ji wan metirse Sibê şiyarbû, li min mepirse De rabe ser xwe, kurê min rabe! Bizane, xwendin ji bo we derman Da ku bizanin qanûn û ferman Derxin ji dil em van tirs û şerman De rabe ser xwe, kurê min rabe! Şêx û melan em tev kirne derwêş Ev bû du sed sal, em bûne berbêş Ba bêne kuştin, nemêni ev êş De rabe ser xwe, kurê min rabe! Mirovperestim mîna Cigerxwîn Serbest bijîn tev, ne wek Mem û Zîn Jîna serbestî, divê me ev jîn De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Bêjebêje © 2015-2024