a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Bêmal Dinê

Bêmal dinê heyran Çavê reş û belek, de hayê Tew tim belan e, gidî lo Îsal heft sala ji xema dila di gunda da bê kil man e Gidî lo, gidî lo Poşman dilo Xelkê mirazê xwe dîtin, gulê xwe çilpandin Ew wê zalimê ez xepandim ne xwestim ne rewandim Ez bona gurzê belek çawa bûm e qaçax û firarê serê çiyane Gidî lo, gidî lo Poşman dilo Bejna zirav sekiniye li derê malê ber siya holê Wey la te çavreşê zer û zolê bi qijika rêveçûnê girêdanê tew tim têlê Xazila tu ji min ra bûya kewaniya berî sêlê Ez ji kewa gozel ra çend saleke bûm e Axayê berê male Gidî lo, gidî lo Poşman dilo Kewa gozel li derê malê sekinî difikirê Bayê sibê dayê tuncika wê ser eniya kever tiştêş kirî Ew wê zalimê ez xepandim ne xwestim ne rewandim Umrê min di gunda da tev dirizî Gidî lo, gidî lo Poşman dilo Kuro dîno ez nexweşim li ber mirinê Faytonê bînin min bikinê mala lawikê min ziyaret e berê min bidinê Ez ê çûme hela ketiye ber mirinê Ez ê tiştekî pêre nabêjim xelê min vebirin min bidinê Gidî lo, gidî lo Poşman dilo, lo lo Poşman dilo lo Kuro dîno Kuro dîno ez nexweşim Ez nexweşim li ber mirinê Faytonê bînin min bikinê, mala lawikê min ziyaret e Berê min bidinê Ez ê çûme hela ketiye ber mirinê Ez ê tiştekî pêre nabêjim xelê min vebirêin Min bidinê, min bidinê Poşman dilo Ax, kurdo dîno Ez ê tiştekî pêre nabêjim xelê min vebirin Min bidinê Gidî lo, gidî lo Poşman dilo, hey lo

Bêjebêje © 2015-2024