a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Bilûrvan im

Keko ez bilûrvan im Bi her tiştî dizanim Çiyan tênim govendê Berxê mîjo di bendê Hirç û hov û dar û ber Lotan didin tev li ber Ev masiyên Derya Reş Bi bilûra mi serxweş Welat tijî bûn li deng Tên dîlanê şox û şeng Keko ez bilûrvan im Ez şivan û gavan im Rûniştî me bin darê Didim pesnê biharê Dengê saza min zîze Darbilûra min gîze Ez pif dikim bilûrê Dil agir e, dikûrê Şiyarbûne rast û çep Tirk û Taçîk û Ereb Vexwariye me ev durd Ji bo şiyar bikim kurd Lê ez çibkim ranabî ? Nizanim wê çawabî ? Nizam kere jan jî ker ? Ez bi gurzan tême ser Serî hişke wek kevir Divê bişkê bi bivir Divê gurzan deynim ser Yan jî jêre bêjim her Dijmin dêwê xwînvexwar Welat kirye tar û mar Hirç ketiye nava rez Li min bûye lez û bez Dikim hewar û gazî Bi vî dengî, vî sazî Kes guh nadî saza min Qîr-qîr û gaz-gaza min Kurdno hemî bibne yek Dest bavêjin gurz û çek Werin şerê hirç û dêw Biparêzin mal û mêw Ji vî bextê minê resh Ez nexweş û ew nexweş Bê xwedîne rez û mal Ezê çibkim pîr û kal Rezê min e, ji kerkûş Dijmin xwar û maye pûş Dikim qêrîn û gazî Dilê min wer dixwazî Ez pêwanim bilûrvan Ne mêrkujim, dilovan Bi guv-guv û bi nalîn Kurd ranabî Ceger-xwîn ! Helbest: Cîgerxwîn Muzîk: Nîzamettîn Arîç

Bêjebêje © 2015-2024