a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Dil ji min bir

Diranzêrê, birû kêrê, Dil ji min bir, dil ji min. Heland bi xweş xeberên xwe, Bêhna misk û emberên xwe, Ceneta sîng û berên xwe, Dil ji min bir, dil ji min. Çavê belek wê kil dida, Beşera rû xweş gul dida, Zerqê hubê li dil dida, Dil ji min bir, dil ji min. Hey wax, ji bîr naçin diha Naz û nûbara xas, biha, Zulfê zêrîn li dor guhan, Bêhn û beşer, bedew, biha, Teyr-tawiza per bi zêrê Dil ji min bir, dil ji min. Hilnegeryan em tu waran, Gul neçinîn li tu beyaran, Dosta min li nava neyaran Ez zû xistim riya dagêrê, Dil ji min bir, dil ji min. Xeşibî me, hîlar ketî Ji hesreta wî sifetî, Bêbiata qelp derketî Dil ji min bir, dil ji min. Kilama min hubê - xalis, Ew defîneya min a dengiz, Wekî kûtekî nanê garis Girt û avêt nava savêrê, - Dil ji min bir, dil ji min. Fêrîkê Ûsiv 1967

Bêjebêje © 2015-2024