a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Dil Ji Min Bir Ahî Dil

Kaniya ava heyatê Şeker û qend û nebatê Wey li ser cave me hate Dil ji min bir ahî dil Rû ji rojê rengê dojê Dûrîya wê dil di sojê Min ku dîtî ew bi rojê Dil ji min bir ahî dil Pir şirînê nazenînê Kuştime wê ez bi dînê Dêm ji şana hingivînê Dil ji min bir ahî dil şox û şengê gul ji rengê Xûrxwerê Teymûrî lengê Dame ber top û tivengê Dil ji min bir ahî dil Kanîya zêr û dirava Wê bi tîrên herdû çava Wey Xwedo mala te ava Dil ji min bir ahî dil Newq ziravê rû ji tavê Lê gulî wek bend û davê Dil ji nişka ketye navê Dil ji min bir ahî dil Ez ji wê dîdar û dînê Ketme nêv pêlên evînê Ma çi daxwaze ji jînê Dil ji min bir ahî dil Ser bi zêrê bisk bi têlê Xanima bajar û êlê Dame ber tîrêj û pêlê Dil ji min bir ahî dil Serxweşim ez mest û gêjim Xwîn ji çavan ez dirêjim Lê nizanim ez çi bêjim Dil ji min bir ahî dil Helbest: Cegerxwîn Nîşe: Ji helbestê hin cîh hatine qirpandin û cihên hin ristikan hatine guhertin

Bêjebêje © 2015-2024