a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Ehmedo ronî

Ehmedo ronî Heyran tu ne mîr î ne hekîm î Kuro gede tu ne mîr î, ne hekîm î Li bala dilê min evdala xwedê de Tavî kî ji tavî ya biharê Meha gulan ê, nîsan, adar ê Li ser sing û berê min evdala xwedê de Ne dixûricî, ne dibarê Ehmedo lo, lo lo loy, loy lo loy loy loy lo loy loy, loy lo loy loy loy lo loy loy, loy lo loy loy loy lo loy loy, loy lo loy loy Besnayê rebênê lê, tu reben lê lê Ehmedo ronî Heyran navê min Besna ye Kuro gede navê min Besna ye Li tilî û pêçî minê ar morî wek şemaye Li sing û berê min evdala xwedê Ji te re kûşk û sera û çi ma ye Li berê Qeran ê, pezê xwe ser dakin Ke min ê bi hemdê xwe ji te re destûr da ye Ehmedo lo, lo lo loy, loy lo loy loy loy lo loy loy, loy lo loy loy loy lo loy loy, loy lo loy loy loy lo loy loy, loy lo loy loy Besnayê rebênê lê, tu reben lê lê Ehmedo ronî Heyran dê bira dê û bavê minî, xêrê bike Dê bira dê u bavê min xêrê bike, wey qet nebînim We ezê çawa neda me Ehmedê kur û barî Ma di gûnd de min dil tê da We ezê da me gedê kur apê min ê Çeqelî mêra, xudanê heft jina, heftê salî We ezê pêra, bala xwe dididimê zoferêk diran tune di devda Ehmedo lo, lo lo loy, loy lo loy loy loy lo loy loy, loy lo loy loy loy lo loy loy, loy lo loy loy loy lo loy loy, loy lo loy loy Besnayê rebênê lê, tu reben lê lê

Bêjebêje © 2015-2024