a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Êş

Êş zarokên Şengalê ne Kenên ku li qiblegehan Pîroz mane pîroz mane Pîroz mane êş Êş rûxandina warê bav û kalan e Wêrankirina dîrokê li pêş çavan e êş Êş..êş. Wey lo wey lo. Lo lo wey lo. Îro wekik we çiyayek ji berfê bihele Dilopên ji xwînê dinuqutin li ser dilê min Wey lo wey lo wey lo. Dilê min, ax Xwezî ez kor bûma Min ? nedîta Wey lo wey lo. Reben ez im Wey lo wey lo. Bêkes ez im Wey lo wey lo. Xerîb ez im Wey lo wey lo. Reben ez im wey lo Êş di nava du lêvan de Qîrîn û hawar e êş Gazîkirina "were were" Bangkirina "neçe neçe" ye Êş temaşekirina li êşan e Pêxasên welatê min e Qedexekirina jiyanê ye Koçberî ye Terkkirin e Êş..êş..êş. Êş ez im, tu yî, em in Êş..êş.

Bêjebêje © 2015-2024