a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Êşa Rojava

çumê çiyayê kurmênc li nav gerîm efrîn mîna bûkan bi xemla zêrîn min dît efrîn bi ser xwe de dilorîn jê pirsiyam hêstir ji çavan barîn bersiv sar bû li ser lêvên wî yê şêrîn xort û keçen min ji bo welat cangorî ji başur ji bakur venegerîn talan dibin dikin hawar û qerîn dil û cîgera min ji sînga min çirîn heywax li min heywax, heywax li min heywax li min çawa welat tê dizîn berê xwe min da çolê wê beriye bûm mevanê bajarê kobaniyê min dît keçek digiriya li wê bejiyê bi dilsotî pirsiyam ji wê horiyê heywax li min heywax, heywax li min xwîna birayê min rijiya li vê goriyê yarê min kuştin leşkerên suriyê her du mirin bo eşqa azadiyê sonda min ji ku bigihe ronahiyê heywax li min heywax, heywax li min heywax li min ji vê zilm û zoriyê ez çume serdana girê şermola hat qerîna zarok û mindalan pirsiyam ji sînemayê, ji dîwaran ji amudê hîn tê dengê hewaran heywax li min heywax, heywax li min heywax li min ji nalîna şûnwara min bere xwe da bajarê evînê min dît qamişlokam di nava şînê şêxê şehîdan mişel bibîrtînê navê mişel şehîd dinivîsîne navê mişel temo dinivîsînê heywax li min heywax ji vê lehiya xwînê dirbesiyê çara xwe lê nabînê dêrika hemko rondikan dibarînê serêkaniyê eşa xwe dilorînê kurd li şamê dest danî ser birînê heywax limin heywax, heywax li min heywax li min ji wê lehiya xwînê

Bêjebêje © 2015-2024