a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Eyşê

Berf li derva dibariya, dunê sar bû Gur li serê kêş diqiriya, gellek har bû Di xanîkê kelpîçîn de çirakê bi zor şewq dida Nalînek zirav dihar der, di şevreşiyê de dihiliya Zarokek Kurd dihate cîhan Bê tixtor Bê derman Bê ku bizanibe çima Bi nişkekê ve dengê dêrgûş hate guhan Pîrika gund mindal rakir, da ser destan "Tu bi xêr hatî keça şêrîn, keça ciwan" Lê dayikê serî rakir, hêstir ji çavan dibariyan Ew li benda lawekî bû, dilê xwe şa kir neh mehan Waye fedîkar derket rebenê Pirr şerm dikir ji mêrê xwe ji gundiyan Bi tenê ma demekê dayik û dest pê kir bilorîne: "Rakeve keça min, razê, navê te Eyşan e Tu ê mezin bibî, herî ber berx û karane Bila xortên gund bibêjin, ev keça zor ciwan e Bibe qîzek jîr û zana, xwedan nav û deng û şane." Eyşan û hevalan lîstin bi ax û kevir Derbas kirin bi yek kiras roj û mehên pirr Ne pirtûk dîtin, ne pênûs Ne fêkî dîtin, ne pênûs Ne fêkî xwarin, ne şekir Du rojan birçî, yekç têr Eyşo derbas kir Dû heşt salan gotin Eyşo Êdî me lîz tev mindalan Ji vir û şûn ve karê te ye mezin bikî xûşk û biran" Duwanzde salîn por veşartin Li wê kirin kiras û xeftan Sibê Eyşo tepik çêkir û dû nîvro jî çû qirşan Zivistanç bû kebanî û havînê ket ber palê Dixebitî, pirr dikir kar, lê xêr ne dihat wê malê "Lê, lê, Eyşo, tu dibî bûk" Roj'kê gotin pîr û kalê Wek hespekî ew firotin, wek ebdekî kirin malê Çarde salîn Eyşo bû bûk, panzde salîn bû diya salê Û salên bi derd û kulan avis xuşiyan, .. Ronediyê Eyşanê Dayik duanzde zariyanê Dudu ji wan bi sorikan mirin Sisê bi umrê çelrojkî û heft jî te xwedî kirin ji wan Bi nanê cê û gêrmiya rijî Payiz û û hat zivistan Li derva dibariya berf û baran Dîsa har bûbû gur li çiyan Di şevreşiyê de mindal digiriyan Jinek nexweş dikir sikran Dîsa bê tixtor Bê derman Ro hilat, ew birin tirban Li ser xwendin du pel quran Ber ji merzel herin malan Yekê bang kir: "Eyşo, qurban Çel salîn çûyî axa goristan" Eyşan hene bi hezaran Keçên rençber û çotkaran Kesek qe pirs nake, çima Li wan bûye ev nifiran Weqa Eyşanên me dimirin Lê nabin ders ji kesî ra

Bêjebêje © 2015-2024