Nizamettîn Arîç
Gozel
Helbest :Fêrîkê Usiv
GOZEL
Sîng û berê kewgozelê Elegez e,
Vê biharê wê xemiliye rez bi rez e:
Memikên yarê li ser bedenê cotkanî ne,
Xalêd sûret mîna konê Kurmancî ne.
Guliyên yarê mîna cewê derbiharê,
Hev girtine, fitil, fitil têne xwarê.
Ezî li ser kaw kubarê bengiyê xefûr,
Min da destan û lîlandin sîmên tembûr.
Min go:- Yarê, tembûr destê min da helya
Were lawkê xwe kerem ke cot guliyan.
Got: - Beytûyo, por û gulyên min qumaş in,
Yêngê mîna te bê sewda û bê hiş in:
Sîng û berê min zozan e, ez çavreş im,
Ne ya te me, para lawikê keleş im.
Got, berzeqê û bi avir min nihêrî
Awirên wê li min bûn wek kêr û dirî.
Cotê guliyan bûn cotek mar, li min venîn,
Saza min ket, tilî, pêçyên min lerizîn.
Mêrg û gelyên Elegezê girtin dûman,
Nizam çima gelo bihar bû zivistan!..