a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Jîn û hebûn

Ez xummxuma avên çeman Ez çerx û govend û sema Tînim di nêv katû lema Jînim im tevger im Bayê sibê tê xweş ez im Berfa sibê tê xweş ez im Xurtî di latê xweş ez im Hişk û ziwabin ez ter im Giranbiha me zêr û dûr Ez dê û bav û xuşk û kûr Ez tim hebûn im xurt û gurr Yaqût û la’l û gewher im Pêş ve diçim kar û xebat Di nav çîyan de hîm û lat Pêlan didim Zap û Ferat Çelq û xumîn û gurgur im Bihişt en im agir ez im Bakir ez im rakir ez im Xemgînkir û şakir ez im Her dem didim ez nakrim Pir xurt û hêz im ez hebûn Ez pêşveçûn û serxwebûn Her dem di nav damar û xûn Ez her heme qet namirim Jîn im bihar im dar û dîn Candar bi min her dem bi tîn Min dane wan ev hilm û bîn Di nêv hebûnê ciger im Her dem heme peyda me ez Tava rîwê xeyda me ez Cama bi dest seyda me ez Ez ol û vîn û bawer im Ez ax û ba û av im ez Ev pêtî û alav im ez Xweş ronî û pertaw im ez Xurtî di zendên karker im

Bêjebêje © 2015-2024