a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Kenê Li Ser Bîrê

Xweş tê bîra min li ser bîra gundê me Ji navîna lêvên xwe kenek sivik te da min Te heland ev dilê min bi kenê xwe yê şîrîn Way li min lê xezalê ez çûm û nehatim way lê delalê Salên dûr û dirêj çûn warên pir ji hev dûr Evîna me nixamtî lê hê bêtir bûye kûr Heta navê te be lê min di dil de veşartî Lê çi bikim delalê tu jî çûyî û nehatî way lê xezalê Çavên te yên reşbelek hê li ber çavên min in Eva bîst û sê sal in ez wan çavan ji bîr nakim Evîna min û te lê weke şereba sor Salek li dû sala din her ku diçe giran dibe way lê delalê

Bêjebêje © 2015-2024