a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Kilam Evda ra Heval Hogir e

Kilam evda ra heval hogir e Kilam hin şewat hin jî agir e Wextê medeyî, kilam guman e Wextê eşqî, kilam xudan e Kilam merya ra dîn û îman e Kilam merya ra derd û derman e Wextê bengîyî, kilam hêsir e Wextê dilsarî, kilam agir e Kî bêkilam e, Baxçê bêgul e Ewî bêîman, ewî bêdil e Kilam merya ra heval hogir e Kilam him şewat him jî agir e Helbest: Eskerê Boyik

Bêjebêje © 2015-2024