Nizamettîn Arîç
Ku de çûn
Şahînê Bekirê Soreklî
Li vir hebû gundekî şên, hemî dar û ber;
Li navînê çavîke ‘çûk, av jê dihat der.
Li vir hebûn keçên çeleng bi kincên rengîn;
Xortên ciwan, gellek hêja, dil tiji evîn.
Ax, ax, dilê xemgîn, ax!
Darên peyamê biharê gewr û sor dibûn;
Kal li hev û din diciviyan d’destan de qelûn.
Li vir habûn jinên bedew teşî dirêstin;
Dengên zelal stranên xweş dilorandin.
Ax, ax, dilê xemgîn, ax!
Xwerist û mirov tevî hev dibûn yek li vir;
Kew û şalûlan dixwendin goranî nemir.
Çi bû Xwedê, çi bû, şênî û şahî ku de çûn;
Heval û hogirên delal li ku wenda bûn?
Ax. Ax, dilê xemgîn, ax!
Ev bêtarên li ser Kurdan kengê dawî tê,
Va qedere reşe tarî kengê vedike rê?
Bila gund dîsa şên bibe, ken vegere wir,
Bila jiyan dîsa were, bes êdî Kurd mir.
Ax, ax, dilê xemgîn, ax!
(1987)