Nizamettîn Arîç
Lo Mîro
Lo Mîro, Mîro, Mîrê mîrano!
Ji kerema xwe serê xwe rake ji gorê
ji bajarê Shamê berê xwe bide Kurdistanê
bibîne êsh û janê
li Helebçê, li Behdînanê,
li Hekaiyê, li Mehabad û Wanê
bûne pergende li pêsh çavên cîhanê.
Lo Mîro, Mîro, Mîrê mîrano!
Ji kerema xwe hespa xwe ẍar ke vê carê
Li welatê Kurdan jehr û axû dibarê
Neyar dîn bûye har e
Ne zarokan û ne pîran dizane
Shewitand xakê Kurdane
Bajar û gundên me tune bûn talan e.
Lo Mîro, Mîro, Selaheddîno!
Ji kerema xwe wîne bîra xwe Hittînê
Xortên Kurdan berên xwe dabûn mirinê
Canfîda bûn ji bo Filistînê.
Ji bo musilmanên vê dunê
gelê me weqa da û hîn didê
Îroj li me rabûye fermane
Ji welatên musilmanan nahê dengekî dostane
Pirsa Kurdan li mezatan dihê firotane.
Lo Mîro, Mîro, Selaheddîno!
Ji kerema xwe rabe binihêr li meydanê
Li gelê te dîsa rabûye fermana nemanê
Axü bi ser bajar û gundan da berdane.
De hayê li min rebenê Xwedê hayê
Xewa min li warê ẍurbetê nahê
De hayê Sellaheddînê Eyûb hayê.
Ji dilê tiji agir bang dikime li Kurdane
Lo Kurdino hishyar bin dîsa ferman e
Yan hûn ê destan dirêje hev ‘kin yan neman e
Welatê we yek e navê xwe Kurdistan e
Yan hûn ê rizgar ‘kin bibin xwedan nav û shane
Yan jî didomîne zordariya bêbextane.
De hayê li min rebenê Xwedê hayê
Xewa min li warê ẍurbetê nahê
De hayê mîrê mîrano hayê.