a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Mihemedo

De lorî... Cîhana wî alî bûye gola gemarê Pakî di nav xwe de vala kiriye ji mijarê Xwedê bi navê xwedê tê riswakirin Welat bi navê welêt tê wêrankirin Mirov bi navê mirovatiyê tê kuştin Mihemedo, lo lo, lorî, lorî, lorî, de lorî. Mihemedo, lo lo, lorî, lorî, lo lorî. Agir bi hestê şermê ketiye Wujdan di nav zibilgoyê demê de têk çûye Warê pêxemberan di nav leheya barana derewan de kifkî bûye Mirovên demekî serbilind Stû-xar di nav janê de dinalin Dinalin..dinalin..dinalin Li benda hêviyê ne Li benda..li benda..li benda hêviyê ne Mihemedo, lorî, lorî, lorî, lorî. Mihemedo, lo lo, lorî, lorî, de lorî. De lorî, lorî, lorî, lorî.. De lorî, lorî, lorî, lorî.. Mihemedo, lo lo, lorî, lorî, lo lorî. De lorî berxê minê lorî De lorî mihemedê dayika xwe lorî Lorî şekirê li ser lêvên hevalano, lorî Lorî, lorî, lorî, de lorî

Bêjebêje © 2015-2024