a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Penaber Im

Li welatê xwe li kolanan Li warê qedîm Li axa zêrîn Ala azadiyê dan ser milan Nexwest rakin lingên neyaran Penaber im Penaber im War bi war ez digerim Dilteng û tengezar im Bê mal û bê saman im Dema bira bi pêsîra hev ketin Gur û çeqel dor li me girtin Agirê xwe avêtin li ser me Wêran kirin mal û halê me Penaber im Penaber im Welat, welat ez digerim Biyanî me Koçberî me Li bajar bê dost û yar im Penaber im Penaber im Welat, welat ez digerim Lê lê dayikê Dilê minî ji dilanî dilekî bi kul e Derdê zilmê kes nebîne lê dayê lê dayê Axî. Xwedê kesî bê mal û bê war û bê hêvî nehêle Bê welat.. Ez reben im lê dayê Ez reben im Reben im Reben im Reben im Bê welat ez reben im lê dayê Bila ? ronahî dîsa hilbe Emê vegerin welatê me şîn be Destê xwe dirêj dikim kadayê Lê lê lê. Li welatê xwe û li kolanên dinê Nizanim, ez çi digerim li ? Sist bûye li min dest û ling Xerîb, tenê, bê zar û ziman Penaber im Penaber im Diyar bi diyar ez digerim Biyanî me ez koçberî me Li surguniyê bê dost û yar im

Bêjebêje © 2015-2024