a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Sala 1959

îsal zivistana me sar berfa sipî hûr tête xwar xemlandine deşt û zinar kengî bixêr bêtin buhar hezar û pîncî û nehê em 24ê sîmehê berfa me hûr hûr tê behê kengî bi xêr bêtin buhar nahêle berf em derkevin em girtiyê roj û şevinê xew nayê em ranakevin kengî bi xêr bêtin buhar buhar xweş e, çaxê gulan çaxê kulîlk û simbila newroz û sersala dila kengê bi xêr bêtin buhar bilind dibî ala me jî balê bidê, xweş dihejê milet hemî serbest bijî kengî bi xêr bêtin buhar Sond xwariye ranakeve xencer ji dest danakeve dîsan bi ser çiyan keve kengî bixêr bêtin buhar baran li berfa şenivî bê û pey roj derkevî tev şîn dibin dar û derî kengî bixêr bêtin buhar zanim buhar azadî ye serbestî û dilşadî ye doza me cejna Madî ye kengî bi xêr bêtin buhar roja me Kurda azad dibe ala me serbest liba bibie dilê cegerxwîn şa dibe kengî bixêr bête buhar

Bêjebêje © 2015-2024